Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku mimkune hevdîtina wî ya bi Serokê Koreya Bakûr Kim Jong Un re were taloq kirin.
Trump da zanîn ku bo civîna dîrokî li dar keve divê Koreya Bakûr hin şertan bi cîh bîne.
Trump ser şertan ti agahî neda û ser pirsa derbarê şertan de got: Lazime çekên navokî bi temamî werin jinavbirin.
Trump, dema bi Serokê Koreya Başûr Moon Jae In re li Qesra Sipî kom bûbû ew gotin kirin.
Koreya Bakur jî ser hilcivînê da zanîn ku ger Amerîka bo çekberdana yekalî pêde here dibe ku ew hevdîtinê betal dikin.
Li ber bû ku Trump û Kim Jong Un dê di 12’ê Hezîranê de li Sîngaporê bicivîyana
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin