Parlementoya Ewrûpayê ragihand, dê çavdêran ji bo hilbijartinên 24ê Hizîranê yên Serokkomarî û Parlementerî yênTirkiyê rêneke.
Hevserokên Grûba piştgiriya demokrasiyê û koordinasyona hilbijartinan a Parlementoya Ewrûpayê David McAllister û Linda McAvan di daxûyaniyek hevbeş de diyarkirin ku: “Parlementoya Ewrûpa dê çavdêran rêneke hilbijartinên Tirkiyê yên 24ê Xizîranê. Herweha dê nirxandinê jî liser van hilbijartinan neke.”
Ev biryara Parlementoya Ewrûpa wekî nîşanek peyvendiyên nebaş di navbeyna Enqere û Ewrûpa de tê nirxandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin