Sedir weke neyarê Amerîkiyan tê nasîn.
Piştî belav bûna nûçeya ku behsa vê yekê dikir ku piştî hilbijartinên Îraqê û serkeftina lîsteya Saêrûn yaku Muqteda Sedir Serokatiya vê dike, têkilî di navbera Sedir û rayedarên Amerîkayê de çê bûne, îro nivîsgeha Muqteda Sedir daxuyaniyek weşand û ew nûçeyên han red kir.
Di daxuyaniye nivîsgeha Sedir de hatiye gotin ku bi ti awayî siyaseta Sedir li hember Amerîkayê nehatiye guhertin û nayê guhertin û ti têkiliyeke di navbera Sedir û Amerîkayiyan de tuneye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin