Şanda PDKê li gel Muqteda Sedir civiya

Mîranî dibêje li ser ava kirina her sê Serokatiyan giftûgo dikin
کوردستان TV
100%

Fazil Mîranî Serokatiya şanda PDKê dike.

Îro şanda partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Sekreterê giştî yê PDKê Fazil Mîranî serdana Bexdayê kir.

Armanc  ji vê serdana şanda PDKê pêkanîna hevdîtinane li gel part û aliyên siyasî yên serkeftî di hilbijatinên Îraqê de.

Di çarçoveya vê serdana han de vê şanda PDKê derbarê bernameya siyasî ya wan aliyan de û herwiha çawetiya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê vê giftûgo bike.

Di vê çaroveyê de îro şanda PDKê bi Serokatiya Fazil Mîranî li gel Serokê tevgera Sedir û hevdem Serokê lîsteya yekem ya hilbijartinên Îraqê Saêrûn, Muqteda Sedir civiya.

Piştî gehêştina şanda PDKê bo Bexdayê Serokê vê şandê Fazil Mîranî di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantvê re diyar kir ku serdana şanda PDKê bo cem aliyên siyasî yên Îraqê berdewam dibe û biryare di vê çarçoveyê de bo giftûgo kirin li ser çend mijarên taybet bi bernameya wan part û aliyên siyasî û herwiha çawetiya pêkanîna hikûmetê li gel wan aliyan, serdana her yek ji Heyder Ebadî, Nûrî Malikî, Nocêfî, Emar Hekîm, Hadî Amerî, û aliyên din yên Îraqê bikin.

Mîranî herwiha diyar kir ku em dixwazên li ser destnîşan kirina her sê postên Serokkomarî, Serokwezîr û Serokê Parlementoyê li gel aliyên Îraqî giftûgo bikin û lihev bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.