Aloziyên nû dikevin navbera şîiyan

tê gotin ku damezrandina hikûmeta nû zehmet be
کوردستان TV
100%

Jiber postê Serokwezîriyê şîiyên Îraqê lihev nakin.

Jiber lihev nekirina aliyên şîi yên li Îraqê li ser destnîşan kirina kesek bo postê Serokwezîriya Îraqê dîsa nakokî ketin navbera aliyên şîi li Bexdayê de.

Li gor jêderên nûçeyan Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ku hevdem Serokê lîsteya Saêrûn yaku yekemê hilbijartinên Îraqê ye jî hewl dide çend aliyên şîi bo pêk anîna hikûmeta nû ya Îraqê li xwe nêz bike weke hevpeymaniya Nesir yaku Serokwezîrê berê yê Îraqê Heyder Ebadî Serokatiya vê dike û tevgera Hikme yaku Emar Hekîm Serokatiya vê dike.

Ji aliyeke din ve jî tê gotin ku tevgera Bedirê yaku yek ji pêkhateyên mezin ya heşda şebi ye û nêzî Îranê ye li hember Saêrûn de di nava hewldanên cidiye bo dirost kirina hevpeymaniyeke bihêz bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê.

Herwiha îro Serokê lîsteya fetih yaku ew jî pêkhateyeke ji heşda şebî, serdana Sedir kiriye û li gel Sedir  behsa çawetiya pêkanîna hikûmeta nû kirine.

 

 

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.