Serokê Venezuela Nicolas Maduro, di hilbijartinan de cara duduyan bi ser ket.
Jiber ku rikeberiya Venezuela hilbijiartin boykot kir, rêjeya beşdarbûnê nizm bû.
Li gor nûçeyeke dengê Amerîkayê, Serokê Civata Hilbjartina Neteweyî Tibisay Lucena da zanîn ku zêdetirê 90 ji sedê dengan hatine hêjmartin û Maduro bi 67,7 ji sedê, ku 5,800,000 deng in, jinûve hatiye hilbijartin.
Li gor agahiyên pêşiyê yên hilbijartinê, rêjeya beşdarbûna hilbijartinê 46 ji sedê ye.
Yek ji rêberên rikeberiyê Henri Falcon, 21,2 ji sedê dengan, ku 1,800,000 deng in, sitand.
Falcon, piştî sindoq hatin girtin diyar kir ku jiber ku di hilbijartinê dek û dolab hene, ewê encamê nepejirîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin