Putîn: Dema derketina hêzên biyanî li Sûriyeyê hatiye

Esed daxwaza hevkariyê ji kompaniyên Rûsî kiriye
کوردستان TV
100%

Serokê Rûsya û Sûriyayê civiyan.

Koşka Kremlînê daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku her yek ji Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed li bajarê Sochî ya Rûsyayê civiyane.

Li gor daxuyaniya Kremlînê di civînê de her yek ji Putin û Esed behsa rewşa Sûriyeyê kirine û Putin diyar kiriye ku şerê DIŞIê hêdî hêdî bi dawî dibe û dema vê yekê ku hêzên biyanî li Sûriyeyê derbikevin nêz bûye.

Herwiha Serokê Sûriyeyê Beşdar Esed jî spasiya Putin kiriye û bo ji nûve awedan kirina Sûriyeyê daxwaza hevkariyê ji hikûmeta Rûsya û kompaniyên Rûsî kiriye û gotiye: Hêdî hêdî aramî li Sûriyeyê berqerar dibe û dema ji nûve awakirina Sûriyeyê hatiye.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.