Komîsyon: Deng bi destan nayên hijmartin

vê îro encam bi fermî werin ragihandin
كۆمیسیۆن: یاسا رێگە به‌ جیاكردنه‌وه‌ی ده‌نگه‌كان به‌ ده‌ست نادات
کوردستان TV
100%

Biryare îro komîsyona bilind ya hilbijartinan encamên fermî yên dengdanê belav bike.

Roja şemî ya hefteya derbasbûyî li Îraq û Kurdistanê hilbijartinên giştî hatin kirin û biryar bû piştî 48 seatan encamên fermî yên dengdanê werin eşkerekirin lêbelê ew çend roj derbas bûn û heta niha encam nehatine eşkere kirin.

Tê payîn ku îro komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê encamên fermî eşkere bike.

Ji aliyeke din ve jiber ew sextekariyên ku li hin bajar û deveran de hatine kirin, gelek doz li ser hilbijartinan hatine vekirin û hin aliyên siyasî daxwaza vê yekê dikin ku deng bi rêya destan werin hijmartin daku sextekarî werin eşkerekirin û kesên ku sextekarî jî kirine werin cezakirin.

Her îro komîsyona bilind derbarê bi dest hijmartina dengan de diyar kir ku qanûna taybet bi hilbijartinan yaku sala 2013an hatine pejrandin rê nade daku deng bi dest werin hijmartin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.