31. Mîhrîcana Govendên Kurdistanê li Ewropayê dest pê dike

ev festîval her sal tê organîzekirin
کوردستان TV
100%

31. Mîhrîcana Govendên Kurdistanê ku weke çalakiya demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê her sal tê lidarxistin, îsal wê cara 18-19'ê Gulanê li Hannoverê pêk were.

Mîhrîcana Govendên Kurdistanê wê îsal cara 31'ê pêk were û 18-19'ê Gulanê li bajarê Hannover ê Elmanyayê bê lidarxistin. Ji herêmên cuda yên Kurdistanê wê îsal 31 komên govendê tevlî mîhrîcanê bibin.

Mîhrîcan wê bi meşa bi sedan lîstikvanê govendê û hunermendan dest pê bike û piştî pêşbirka 2 rojan wê xelat li serketiyan bên belavkirin.

Mîhrîcan di destpêka salên 1980'î de li Ewropayê dest pê kiriye. Her wiha kevntirîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdan e ku ji aliyê HUNERKOM'ê ve tê organîzekirin. Bi awayekî fermî sala 1986'an li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê dest pê kir. Ji hingî ve bi rengekî kevneşop her sal tê lidarxistin.

Amedekariyên mîhrîcanê qediyane û meclîs û komîsyon ji bo wê xebatên xwe didomînin.

Armanca Mîhrîcanê parastina çanda Kurdan e

Armanca ji van mîhrîcanên Kurdî li qada derveyî welat û bi taybet jî li Ewropayê parsatina çanda Kurdan e. Ji bo vê jî wê her herêmek bi kincên xwe yên gelêrî, bi govend û amûrên xwe li nava bajêr bimeşin.

Hunermendên mêhvan wê di roja yekemîn de derkevin ser dikê û wê roja duyemîn jî komên govendê hunerên xwe pêşkêş bikin.

Komên govendê yên Kurdistanê li seranserê welatên Ewropayê hene. Nêzî 3 hezar, 3 hezar û pênc sed kes di nava komên govendê de cih digirin. Her wiha wê jûrî di çend beşan de komên tevlî mîhrîcanê bûne xelat bike.

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.