Wezîrê Derve yê Danîmarka, Anders Samuelsen îro Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Danîmarkî piştî têkbirina DIŞI wê ji Îraqê vekişin.
Samuelsen got: Em niha giheştin qonaxekê ku hêzên me yên li Îraqê dikarin ji cîhên ku kontrola DIŞI’ê li ser nemaye, vekişin.
Di sala 2016’an de, piştî erêkirina parlemana Danîmarkî, bi dehan hêzên taybet yên Danîmarkî ji Îraqê hatibûn şandin, ku leşkerên Îraqî perwerde bikin û piştgirîya şêwirmendî bidin wan.
Hêzên Danîmarkî herwiha di operasyonên ser tixubê Îraqî-Sûrî de cîh girtibûn û carna jî piştgirîya esmanî dabûn hêzên Îraqî.
Hevkarên Îraqî aniha amade ne ku li ser pêyên xwer bisekinin. DIŞI neçar hate hêştin ku li hemî cîhên bin kontrola xwe derkevin,” wezîrê berevanî yê Danîmarkî Claus Hjort Frederiksen got.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin