Ji ber pêla barîna baranê ya li herêma Kurdistanê, lehiyê li piraniya navçeyên Kurdistanê ziyanên madî û giyanî li gel xwe anî. Bi heman awayî navçeyên din ên li ser çiyayê Şingalê lehiyê zerer û ziyaneke mezin gehande koçberên êzdî û rewşa wan a jiyanê têkda û ji ber wê piraniya koçberan naçar man çadirên xwe bicîh bihêlin.
Li çiyayê Şingalê li qampa Serdeşt ji ber ji lehiyê bandor bû, Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî bi beyanameyekê ragehand û daxwaza gehandina alîkariya lezgîn bo koçberên çiyayê Şingalê kir. Herwaha amadebûna xwe nîşan da ku alîkariyan bigehîne ser çiyayê Şingalê, lê heta naha konsolxaneya Kuwêt a li herêma Kurdistanê bi hewara wê bangevaziya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî de hat û amadebûna xwe nîşan da ku alîkariya koçberên ser çiyayê Şingalê bike.
Duh 16.05.2018ê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî karwanek tejî ji alîkariya xorak û pêdiviyên nav malê gehande ser çiyayê Şingalê û li ser lê qewmiyên lehiya li ser çiyayê Şingalê dabeş kir, ku hejmara wan nêzîk 500 malbatan bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin