Dogu Ergil: Tirkiye dibêje bila Kerkûk, ne ji Kurdan re be ne xeme

Tirkiye berdewame li ser dijminatî kirina gelê Kurd
کوردستان TV
100%

Prof. Dr. Dogu Ergil piştî demeke dirêj ji çapemeniya Kurdî re axivî. Di derbarê hilbijartina 24ê Hezîranê û pirsgirêka Kurdî de daxuyaniyên girîng dan.

Li ser dîroka hilbijartinê Ergil wiha axivî: Hikûmetê dît ku wext li dijî îqtîdarê diherike. Rewş her ku diçe, xirab dibe. Ji ber vê yekê bilez biryara hilbijartinê standin.

Li ser pirseke ku dibêje, heke AKP bi ser bikeve, ji bo Kurdan çi wê biguhere? Ergil wiha got: “Tiştk ji bo Kurdan naguhere, jixwe BBP jî tevlî wan bû, êdî ji xêra Kurdan re tiştek çênabe. Ez ê vê jî bibêjim, di dema pêvajoya aşîtiyê de jî ji bo Kurdan ti caran ti proje tune bûn. Tenê hedef ew bû ku PKK çekan deyne û here. Yanî çareseriya wan ev bû, ji bo gelê Kurd tiştekî erênî ti caran di hişên wan de derbas nebûye.

Li ser pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê jî Ergil îfadeyên balkêş gotin: Tirkiye li her derê Kurdan ji xwe re wekî tehdîd dibîne. Ji bo mînak, wextê ku Kerkûk ji destên Kurdan derket, li Tirkiyê dawet û dîlan çêkirin. Tirkiye dibêje “Bila Kerkûk, ne ji Kurdan re be, wekî dî ji kê re be, ferq nake.

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.