Li Efrînê bicihkirina Ereban berdewam dike

bicîh kirina ereban li Efrînê didome
کوردستان TV
100%

Pêvajoya Erebkirina bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bênavber berdewam dike. Her roj hinek malên Ereban li herêmê têne bicihkirin.

Hat ragihandin ku ji Xutayê ji navçeya Darît Aze 50 otobûsên tijî Ereb hatine Efrînê û ji aliyê Artêşa Tirk û çekdarên muxalefetê ve li navçeya Racoyê hatine bicihkirin.

Tenê di vê heyva dawî de, 400 malbatên Ereb li herêmê hatine bicihkirin.

Piştî ku Efrîn kete destê Artêşa Tirk û çekdarên muxalefetê de her roj ji herêmên Ereban insan têne herêma Efrînê û Kurdan ji malên wan derdixin û dikevine malên Kurdan de.

Ji xeynî vê jî dizî û talana herêmê jî dewam dike. Artêşa Tirk û çekdarên muxalefetê mal û milkên Kurdan ji wan distînin û didin kesên Ereb.

Ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çekdarên muxalefetê 200 hezar gelê Efrînê bajarê xwe terk kiribûn.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.