Kolberekî din yê Kurd birîndar bû

birîna vî gelek dijware
کوردستان TV
100%

Kolberekî din yê Kurd bû armanca gulleyên rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, êvariya roja Sêşemî 25`ê Banemerê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, di gevriya “Te Te” a girêdayî devera Hewraman de, hejmarek ji kolberên Kurd dane ber guleyan, û di encamê de jî kolberê Kurd yê bi navê “Mistefa Hacî” bi dijwarî birîndar bû.

Li gora gotina çavkaniyeke haydar, hêzên Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê, di gundê “Hane Germele” a girêdayî devera Hewramanê de jî, kolberên Kurd kirin armanca guleyên xwe.

Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn ku: “Mistefa Hacî” bi sedema kurbûna birînan ji bo Navendî Hewarhatinê ya bajarê Sine hatiye şandin.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama du rojên derbazbûyî de, du kolberên din yên Kurd yên bi navên “Yadgar Keremiyan”, temen 30 salî kurê “Ebdullah”, û xelkê gundê “Bayîndere” a bajarê Bane, û “Rehman Resûlîazer” kurê “Xalid” xelkê gundê “Golleî” a bajarê Pîranşarê di du bûyerên cuda de, bi sebeba teqîna mînê bi dijwarî birîndar bûne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.