Serok Barzanî û Serkirdeyên Îraqê behsa hibijartinên Îraqê kir

behsa rewşa Îraqê kirin
سه‌رۆك بارزانی
کوردستان TV
100%

Serok Mesûd Barzanî bi telefonê pêwendî bi Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadê Amirî re kir û behsa encamên hilbijartinan kirin û her du aliyan jî zû cibicîkirina daxwazên xelkê bi pêwîstî zanîn.

Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî li ser asta Iraqê duyem e û Partiya Demokrata Kurdistanê li ser asta Herêma Kurdistanê yekem e.

Duh jî ji bo heman mebestê, Serok Barzanî pêwendî bi Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir re kir, ku lîsta wî “Saîrûn” li ser astê Iraqê yekem e.

Roja 12ê vê mehê hilbijartinên parlemantoya Iraqê bi rê ve çû, li gor encaman jî li ser asta Iraqê lîsta Saîrûn yekem e, lîsta Fetih a Hadî Amirî duyem e, lîsta Nesir a Heyder Ebadî sêyem e û lîsta PDKê çarem e. Herwiha li ser astê Herêma Kurdistanê, lîsta PDKê ya yekem e.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.