Îro roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Her sal ev roj li seranser cîhanê wek Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.
Taybetiya vê rojê ev e ku Kovara Hawarê di 15'ê Gulana sala 1932'an de, bi alfabeya Latinî ya Kurdî hate weşandin.
Di sala 2006'an de vê rojê weke roja Cejna Zimanê Kurdî hatiye pejirandin û bi vê mebestê, 15-22 Gulanê wek Hefteya Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.
Di çarçova vê cejnê de li gelek bajarên Kurdan bi bername û çalakîyên cihêrengî tên lidarxistin û bal li ser girîngîya zimanê dayikê tên kişandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin