Iran dixwaze weke parêzgeheke xwe li hember Bexdayê tev bigere.
Fermandarê Hêza Quds a Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî piştî encamên hilbijartina Iraqê ku hevdîtinên avakirina hikûmetê dest pê kirin serdana Bexdayê kir.
Li gor nûçeya malpera Alghadpressê ku li Iraqê weşanê dike, Qasim Silêmanî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Bexdayê wê bi aliyên siyasî yên Iraqê re hevdîtinan pêk bîne.
Di berdewamiya nûçeyê de hat ragihandin ku serdana fermandarê îranî Qasim Silêmanî bi fermî nehatiye eşkerekirin. Li gor şîroveya nûçeyê sedema nediyarkirinê jî ji bo ku Lîsteya Saîrun ku Muqteda Sedr serokatiya wê dike û partiyên sunî yên ereb ku Erebistana Siûdî piştgiriyê dide nêzîkî avakirina hikûmetekê ne.
Çavkaniyekî nêzî Koalîsyona Dewleta Qanûn ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike ragihand ku Malikî ji bo koalîsyonekê ava bike bi Fermandarê Heşda Şeibî Hadî Amirî û Serokê Lîsteya Wetaniye Îyad Elawî re hevdîtin pêk anîn.
Hêjayî gotinê ye ku Lîsteya Saîrun ku Muqteda Sedr serokatiya wê dike berî hilbijartinê bi du rojan di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku ew bi tu awayî bi Malikî re tifaqê nakin û hikûmetê ava nakin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin