Li Qeraçobanê di serdegirtina malan de hevserokê rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeyê jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Qeraçobanê ya Erziromê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de Hevserokê Rêxistina HDP’a Qeraçobanê Kazim Keleş, Hevserokên Rêxistina DBP’ê ya Qeraçobanê Remziye Sonmez û Siddik Ugun û welatiyên bi navê Huseyîn Genç, Ekrem Cîntumur, Harun Dayan û Ferzende Uzun hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkirina birin Miduriyeta Polîsan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin