Rojnameger Hayrî Demîr û Sîbel Hurtaş jî di nav de li 12 kesan bi sedema parvekirinên di derbarê Efrînê de doz hate vekirin.
Nûçegihan Hayrî Demîr û Sîbel Hurtaş jî di nav de li 12 kesan doz hate vekirin, ji ber parvekirinên li medya civakî yên li ser dagirkirina Efrînê.
Gilîname ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hate amadekirin û bi îdîaya "rê li ber kîn û dijminatiya navbera gel vekirine" û "propaganda rêxistinê" hate xwestin ku 10 sal û nîv cezayê girtîgehê li 12 kesan bê birîn.
Gilîname ji aliyê 15. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hate qebûlkirin. Tevî Demîr û Hurtaş wê rêveberê HDP'ê yê Bajêr Osman Konûkçû, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, Kemal Bulbul, Lezgîn Teka, Bîlal Yapilmiş, Saîm Serîn û rêvebera HDP'ê ya Rêxistina Navçeya Çankayayê Asli Bayramoglû bi heman îdîayan bên darizandin.
Zêdeyî 200 rojnameger gırtî ne
Li gorî daneyên Platforma Piştgiriya bi Nûçegihanên Girtî re (TGDP), li girtîgehên Tirkiyeyê niha 223 nûçegihan girtî û hikumxwar in, ku 21 ji wan xwediyên îmtiyazê û midûrên karên nivîsê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin