Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk civiyan

behsa hilbijartinên Îraqê kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê û şanda Amerîkî behsa hilbijartinên Îraqê kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo şerê dijî DIŞIê Brett McGurk û şandeke pê re kir ku ji balyozê Amerîkayê yê li Îraqê û konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê pêk hatibû.

Di civînê de şande Amerîkî jiber derbas kirina prosesa hilbijartinê bi awayekî demokratîk spasiya xelkê Kurdistan û Îraqê kir û got: Lazime aliyên Kurdistanî bi yek deng li gel hêzên din yên serkeftî roleke serekî bo damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê bilîzin û lazime parlementerên Kurd jî pêdagirî li ser mafên gelê Kurdistanê bikin.

Di beşeke din ya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku rêjeya beşdarî kirina welatiyên Kurdistanê di hilbijartinên Îraqê de li gor bajarên din yên Îraqê gelek zêde bûye.

Barzanî diyar kir ku lazime aliyên serkeftî yên Kurdistanî û Îraqê ji niha ve dest bi giftûgo kirin bo damezrandina hikûmeta nû bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.