8 partiyên siyasî encamên hilbijartinan red kirin

jiber sextekariyê encaman red dikin
کوردستان TV
100%

Berpirsekî PDKê li Xaneqînê dibêje, tevahiya partiyên siyasî, ji ber sextekariyê encamên hilbijartinan li Xaneqînê qebûl nakin.

Nerazîbûna li hember encamên hilbijartinên 12 vê mehê yên parlamentoya Iraqê didome.

Berpirsê liqa 15 ya PDKê li Xaneqînê, Cefer şêx Mistefa diyar kir ku li Xaneqînê jî mîna hinek deverên din yên Kurdistanî sextekariyek mezin di hilbijartinan de hatiye kirin.

Ceifer şêx Mistefa her wiha got, ji ber wê jî me û partiyên din bertek nîşanî encamdan daye û em encaman qebûl nakin.

Wî berpirsê PDKê navên wan partiyên ku ji encamên Xaneqînê nerazî ne, anî ziman û got, ji bilî PDKê, Gorran, Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê, Partiya Şûî ya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokratîk ya Kurdistanê, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî jî encamên hilbijartinê qebûl nakin.

Berpirsê liqa 15 ya Xaneqînê anî ziman ku dengên PDKê li Xaneqînê gelek ji wê rêjeya ku hatiye belavkirin, zêdetir e û got, ji ber wê jî em ti carî encamên niha qebûl nakin û me daxwaz ji Komîsyona Hilbijartinan kiriye deng bi dest bên hejmartin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.