Sedir: Berbijarê me ji bo postê serokwezîriyê heye

Sedir dibêje em piştgîrî nadin Ebadî
کوردستان TV
100%

peyvdarê Hevpeymaniya Sairûn Qehtan Cibûrî, ya ku rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir serkatiya wê dike, tekez kir ku berbijarê wan heye ji bo serokatiya wezîrên Iraqê di gera dahatî de bike.

Cibûrî diyar kir, ku dengdana gelê Iraqê ji hevpeymaniya wan re, berpirsatiyeke mezin li ser milê wan daniye.

Berî encamdana piroseya dengdanê, Muqteda Sedir ragihand, ku parêzgarê Mîsan Elî Diwayî, yek ji berbijarên Hevpeymaniya Sairûn e ji bo wergirtina postê serokwezîriya Iraqê di gera dahatî de.

Li gorî amarên destpêkî, lîsta Sairûn ya Muqteda Sedir li ser astê Iraqê Yekem e û lîsta Nesir a Ebadî di pila diwem de ye.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.