Dadgehê 9 kitêbên Weşanxaneya Avestayê qedexe kirin

yek ji wan pirtûkan li ser mele Mistefa Barzaniye
کوردستان TV
100%

9 kitêbên ku ji Weşanxaneya Avestayê hatin weşandin, ji aliyê rêveberiya dewleta tirk ve hatin qedexekirin û ji bo wan kitêban biryara komkirinê hat dayîn. Xwediyê weşanxaneyê Abdullah Keskin got, ev biryara beriya 6-7 mehan hatiye girtin lê haya me roja îniyê jê çêbû.

Hat diyarkirin ku 9 kitêbên ku ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatine weşandin, ji aliyê Dadgeha Hezexê ya bajarê Şrinexê ve bi îdiaya 'propagandaya terorê' hatin qedexekirin û ji bo wan kitêban biryara komkirinê hat dayîn.

Ew kitêbên ku hatine qedexekirin ev in: 'Kan, İnançlar ve Oy Pusulalari' (Xwîn, Bawerî û Psûlayên Dengdanê), 'Cesur Adamların Ülkesine Yolculuk' (Rêwitiya Ji Bo Welatê Mirovên Wêrek), 'Tasavvur Mu Gerçek Mi? Mahabad Kürt Cumhuriyeti Büyük Güçlerin Politikasında Kürtler 1941-1947' (Tesewir e an Rastî ye? Komara Kurd a Mehabadê Di Polîtîkayên Hêzên Mezin de Kurd 1941-1947), 'Mağdur Diasporadan Sınır-Ötesi Vatandaşlığa Mı?' (Ji Dîsaporaya Mexdûr Ber bi Hemwelatiya Der-Sînor e Gelo?), 'Ülkemde Bir Yabancı' (Biyaniyek Li Welatê Min), 'Çaldıran Savaşı'nda Osmanlılar Safeviler ve Kürtler' (Di Şerê Çildiranê de Osmanî Safewî û Kurd), 'Tanrı ve Şeyh Adi Kusursuzdur: Yezidi Tarihinden Kutsal Şiirler ve Dinsel Anlatılar' (Yezdan û Şêx Adî Bêqisûr in: Ji Dîroka Êzidiyan Helbestên Pîroz û Çîrokên Olî), 'Kürdistan Bayrağının Altında' (Li Bin Ala Kurdistanê) û 'Irak'ta Soykırım' (Tevkujî Li Iraqê).

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.