Endamê Komîteya Ewlekariyê û Siyseta Derve di Parlamena Îranê de Hişmetullah Felahet Pîşe, helwesta Serokê Sûriyeyê Beşar Esad a derbarê êrîşên Îsraîlê de rexne kir û got, “Ew bi xêra şêwirmendên Îranî heya niha li ser kar maye.”
Hişmetullah Felahet Pîşe, ji medya îranî re axivî û gotinên, Beşar Esad ên piştî êrîşên Îsraîlê ku gotibû, "Ez ji welatên navçeyê dixwazim ku Sûriyê ji xwe re nekin meydana şer" rexne kir.
Rayedarê îranî got: "Armanca êrîşa Israîlê şêwirmendên Îranî bû û helwesta Beşar Esed beramberî wê yekê nerênîbû ku got: Ez ji welatên navçeyê dixwazim ku Sûrya ji xwe re nekin meydana şer."
Pîşe destnîşan kir, "Mayîna Esed heya niha bi xêra şêwirmendên Îranî ye, ev serê şeş salan e Îran qurbaniyan ji bo parastina wî dide."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin