Li gorî raporeke rojnameya Al-Heyat ya Londonî, berbijarên hilbijartinên Perlemana Iraqê, nêzîkî 4 milyar Dolar di bangeşeya hilbijartinan de xerckirine û beşek ji berbijaran, ji bo dengên welatiyan bidest bînin, bertîl dane.
Rapora rojnameya navhatî diyar dike, ku tevî wê hejmara mezin ya xerciya bangeşeyê, lê egereke mezin heye, ku xericiya rastiyane, bi gellekî ji wê hejmarê bêtir be.
Xerckirina vê hejmara mezin ji pereyan, di demekê de ye, ku rewşa abûrî ya Iraqê gellekî têk çûye û berî niha Iraq ji welatên bexşende daxwaza alîkariyên abûrî kiriye.
Ji bilî wê yekê jî, beşekî mezin ji bajar û bajarokên Iraqê, bitaybetî ewên ku di destê DIŞIê de bûn û ji encama şer wêran bûne, pêwîstiya wan bi budeceyeke mezin ji bo jinû avakirinê heye, ji bilî vê yekê jî, rêjeya hejarî û bêkariyê li seranserî Iraqê gellekî bilnd bûye.
Îro 12/5/2018an, demjimêr 7ê sibehê, piroseya dengdanê ya hilbijartinên Perlemana Iraqê destpê kir û biryar e heya demjimêr 6 êvarî berdewam be û 24.5 milyon welatiyên Iraqî dikarin deng bidin.
Vê carê piroseya dengdanê eliktronî ye û bi gotina berpirsên Komisyona Hilbijartinan, wê di heyama sê rojan de, encamên destpêkî yên dengdanê derkevin.
Hikûmeta Iraqê diyar kir, ku nêzîkî 900 hezar endamên polîs û artêşê û hêzên emnî di amadebaşiyê de ne û 70 hehzar navendên dengdanê diparêzin û sercem firîngeh û deriyên sînorî hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin