CEOyê Rosneftê Ivanovich Sechin ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku me biryar standiye ku em û Kurdistan şirketeke nû bi hev re ava bikin.
Rûsya û Kurdistanê di 3ê Sibata 2017an de ji bo enerjiya Kurdistanê, peymaneke bi Mîlyarek û 500 mîlyon dolarî girêdabûn. Êdî niha Rosneft dixwaze ku bi Kurdistanê re pêwendiyên xwe yên li ser enerjiyê zêdetir bike.
CEOyê Rosneftê Ivanovich Sechin got ku li ser xaza tabî jî peymanên me bi Kurdistanê re hene. Me ji bo destpêkirina xebatan hemî tehlîlên xwe amade kirine. Em ê di demeke nêzîk de dest bi xebatan bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin