Wezareta Xezîneyê ya DYAyê diyar kiriye ku di navenda mueyideyên nû yên li ser Îranê de, kesên pareyan ji Mihafizên Şoreşê re dişînin û fonan ji heman komê re peyda dikin heye.
Wezareta Xezîneyê ya Dyayê û Mîrnişînên Erebî yên Yekgirtî bi hev re biryar girtin ku ji ber têkiliyên wan bi Mihafizên Şoreşê yên Îranê re hene 6 kes û 3 şîrketên din xistin lîsteya reş.
Li gorî vê biryarê Meghdad Amînî, Mûhammed Hasan Hodaî, Saîf Najafpûr, Mesûd Nîkbaht, Fûad Salihî û Muhammed Hedmatî Valadzaghard ketine vê lîsteyê.
Hatiye îdiakirin ku têkiliya van kesan bi Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşê yên Îranê re hene.
Donald Trûmp Serokê DYAyê, roja sêşemê biryar girtibû ku ew ji peymana nukleerî ya bi Îranê re hatiye îmzekirin, vedikişin û ew ê fişara li ser Îranê xurtir bikin.
Di vê navberê de Bankeya Navendî ya Îranê tê tohmetkirin ku bi rengekî dij yasayî hiştiye Artêşa Mihafizên Şoreşê dolarên DYAyê bi dest bixe.
Bi biryarên DYAyê re di heman demê de Mîrnişînên Erebî yên Yekgirtî jî biryar girt ku karkirina bi van kes û şîrketên Îranê re qedexe be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin