Esad: Tirkiye piştgîriya terorîstan dike

Esed ji Erdogan re dibêje dagîrker û piştîwanê terorê
کوردستان TV
100%

Serokê Sûriyê Beşar Esad, di hevpeyvîneke taybet ya bi rojnameya Kathimerini ya Yunanistanê re diyar kir ku Tirkiye li bakurê Sûriyê dagirker e.

Esad da zanîn ku eger maytekirina Tirkiyê tunebûya ewê kêşeya Sûriyê zûtir çareser bibûya û got ku Amerîka û welatên rojava naxwazin kêşeya Sûriyê çareser bibe.

Esad di hevpeyvînê de diyar kir ku Erdogan ji destpêka şerê navxweyî ya Sûriyê ve piştgiriya terorîstan dike.

Esad got: Erdogan di serî de digot ku em alîkarîya gelê Sûrîyê dikin û penaberan diparêzin, lê paşê rûpoşa xwe danî û rûyê xwe yê rast raber kir. Ew tiştekî rind e’’

Esad da zanîn ku jiber ku Tirkiyê bakurê Sûriyê dagir kiriye, bi awayekî eşkere hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Esad diyar kir ku hemî hêzên ku bi rêkên neqanûnî derbazî Sûriyê bûne, dijminê wan in.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.