Hat îdîakirin ku balafirên Artêşa Tirkiyeyê piştî 54 rojan bo cara yekem dîsa bakurê Efrînê bombebaran kir. Li gorî îdîayan, şerekî giran di navbera YPG û Artêşa Tirkiye û komên dijberiya Sûriyeyê de derketiye ku di encamê de çend leşkerên tirk û çekdarên dijberiyê hatine kuştin.
Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 'şerekî tund di navbera hêzên Artêşa Tirkiyeyê û komên dijberiya Sûriyeyê yên girêdayî wê ji aliyekî û şervanên YPGê ji aliyê din de derketiye.'
Li gorî SOHRê, şer li beşên bakurî yên çoltera Efrînê çêbûye ku şerekî dijwar di navbera YPG û Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re li herêma Qurt Qulaxê ya bakurê Efrînê çêbûye.
Pevçûn nîvê şeva pêncşemê dest pê kiriye û heta şeveqa îniyê dewam kiriye ku Artêşa Tirkiyeyê bi topxane û balafiran êrîş kiriye.
Herwiha li gorî nûçeyê, kuştî di nav refên hêzên Tirkiyeyê û komên wê de çêbûne lê hejmar nehat dayîn.
Hêjayî gotinê ye ku YPG hî ti daxuyanî derbarê mijarê de nedaye û tê gotin ku ji dema Tirkiyeyê Efrîn kontrol kiriye û heta niha, ev cara yekem e ku şerekî rûbirû di navbera YPG û Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re diqewime.
Artêşa Tirkiyeyê jî ti daxuyanî derbarê mijarê de nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin