Beşek ji koçberên Kurd yên Xurmatû ku vê dûmahîkê vegeriyabûn ser cih û warê xwe, ji tirsa Heşda Şebî dîsa koçber bûn.
Li gorî jêderên herêmî bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoya Iraqê re, Heşda Şebî xelkê bajarê Xurmatû bi taybet Kurdan ditirsîne da ku ji bajêr derkevin û ew bikarin bi dilê xwe sindoqên dengan yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê tijî deng bikin.
Jêderên herêmî diyar kirin ku çekdarên Heşda Şebî di nav xelkê de belav kirine ku qaşo roja hilbijartinan dê alozî û êrişên terorîstî bên kirin ji ber wê jî ewê hêzên zêde derbasî Xurmatû bikin.
Çekdarên han dixwazin bi vê awayî şêniyên bajarê bi taybetî Kurdan bitirsînên daku beşdariya dengdanê nekin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin