Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya civîna çapemenî ya heftane de ragihand ku di demeke nêzîk de wê serdana Îran û Tirkiyê bike.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya civîna çapemenî ya heftane de ragihand ku di demeke nêzîk de ji bo nirxandina rewşa herêmê wê serdana Îran û Tirkiyeyê bike. Ebadî got: "Iraq li herêmê aktorekî bi bandor û girîng e û dixwaze bi hemû cîranên xwe re di nava têkiliyê de be."
Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de ji bo têkiliyên Iraq û Siûdiyê got: "Divê xelkê Iraq û Erebistana Siûdî nêzîkatiya navbera herdu welatan bibînin."
Herwiha Fermandarê Operasyonên Bexdayê Celîl el-Erebî jî di civîna çapemenî de ji bo ewlehiya hilbijartinê got: "Ji bo ewlehiya însan û hemû navendan planeke berfireh dimeşe û roja hilbijartinê wê hemû herêmên Bexdayê ji sedî sed bi ewle bin."
Hêjeyê gotinê ye ku dema qala dîplomasiya Tirkiye, Îran û Iraq ya di nava xwe de tê kirin di destpêkê de hevkarî û palan her sê welatan a li dijî kurdan tên rojevê. Gelek analîst hê ji niha ve diyar dikin ku ev serdan jî armanca xwe ya veşartî ristina hevkariya hersê welatan ya li dijî kurdan e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin