Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê, ji ber barana zêde çemê Bestasorê rabû û 2 zarokên şivanî dikirin, dema av derbas dikirin, ber bi avê çûn û jiyana xwe ji dest dan.
Li Şirnexê ev cend roje bê navber baran dibare. Ji ber barana dijwar li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê 2 zarokên şivandî dikirin û hewildan çemê Bestasorê derbas bikin,ber bi avê çûn.
Zarokên temenê wan 15-16 salî H.D. û A.G. yên di nava avê de winda bûn. Piştî 2 zarok di avê de winda bûn yekîneyên AFAD'ê sewqî herêmê hatin kirin. Piştî hewildanên AFAD’ê termê zarokan hate dîtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin