Serokê Komîsyona Helbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ragihand, li gel Serokatiya parlamentoyê û hikûmetê civiyane û hemû amadakarî jî bo helbijartinên parlamentoya Kurdistanê hatine kirin.
Serokê Komîsyona Helbijartin û Rapirsiyê li herêma Kurdistanê Hendirên Mihemed diyar kir ku amadekariyên temam bo encamdana helbijartina dema pêncem a parlamentoya Kurdistanê hatine kirin.’’
Mihemed got: 5 meh li pêş komîsyonê heye û di vê heyamê de hûrgiliyên çawaniya rêveçûna proseyê emê ronî bikin.
Herwaha ragehand li ser rêveçûna helbijartinê berê civîn li gel serokatiya parlamentoyê û hikûmeta herêma Kurdistanê pêkanîne.
Derbarê neronîbûna tomarên dengdêran ku berê beşek aliyan wek bahaneya rêveçûna helbijartinê bikartanîn jî serokê komîsyonê ragehand, ‘’Tomara dengdêran hatiye rêkxistin û hatiye paqij kirin.’’
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 30ê Îlonê wek roja pêkanîna helbijartinên parlamentoyê li herêma Kurdistanê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin