Serokê Amerîkayê îmze li ser vekêşana Amerîkayê ji rêkeftina etomî kir.
Îşev bi dema Hewlêrê derdorê seat 9ê şevê, Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê rêkeftina etomî ya navbera cîhan û Îranê de gotarek pêşkêş kir û rexneyên gelek tund li Îranê girt.
Trump diyar kir ku îmze kirina rêkeftina etomî li gel Îranê nebûye asteng li berdem çalakiyên metirsîdar yên Îranê bi taybetî di warê piştgîrî kirina teror û aloz kirina rewşa deverê de.
Trump herwiha eşkere kir ku rêkeftina han derfet daye Îranê ku karên xwe yên metirsîdar berdewam bike û bo vê yekê jî belgeyên pêwîst di destê mede hene.
Trump ku îmze li ser biryara vekêşana Amerîkayê ji rêkeftina etomî kir got: Vê emê gemaroyên gelek tund biser Îranê de bisepînin û ev gemaro wan welatan jî digirin ku hevkariya Îranê dikin.
Trump tekez li ser vê yekê kir ku Îran çavkaniya alozî û nakokiyane li Rojhilata Navîn û piştgîriya terorê dike.
Ji aliyeke din ve jî Serokwezîrê Îsraîlê jî ew biryara Trump bi biryareke girîng û dîrokî wesif kir û diyar kir ku bo bersif dana êrîşên muhtemel yên Îranê pergala berevanî ya Îsraîl di amadebaşiyê deye.
Weke tê zanîn rayedarên Îranê jî gefa vê yekê kiribûn ku eger Amerîka ji vê rêkeftinê vekêşe vê Îran jî bersifeke dijwar bide Amerîkayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin