Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriyel li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî li ser Efrînê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de Gabriyel got ku Li Erfînê şerê me yê li dijî dagirkeran berdewam e, lêbelê bi rengên cuda şer dewam dike. Em Tirkiyê hişyar dikin ku ji nava axa me leşkerên xwe vekişîne. Lewra em naxwazin bi ti cîranên xwe re şer bikin. Em hêvî dikin ku cîranên me ji welatê me re rêzdar bin.
Li ser operasyona “Bagera Firatê” jî Gabriyel wiha got: Operasyonên me li dijî DIŞIê bi piştgiriya koalîsyonê û Fransa û Amerîkayê dewam dikin.
Ji bo rewşa Minbicê jî Gabriyel got ku hêzên koalîsyonê û Fransayê teqez kiriye ku ew ê me li dijî dijminên me biparêzin. Hêzên Fransayê jî li Minbicê û deverên dî bi cih bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin