Amerîka programa xwe ya perwerdekirin û biçekkirinê berfireh dike

amerîka li Rojavayê Kurdistanê cêyê xwe baştir dike
کوردستان TV
100%

Kongreya Amerîkî amadekariyan dike ku li gorî projeya budçeya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ya sala bê, programa Pentagonê ya "perwerdekirin û biçekkirina" hêzên dijberiya Sûriyeyê heta dawiya sala 2019an pesend bike.

Proje ji serokê amerîkî daxwaz dike ku planeke berfireh derbarê xebatên birêveberiya amerîkayê ya perwerdekirin û avakirina hêzên sûrî pêşkêşî Lijneya Parastinê ya Kongreyê bike û herwiha ew plan bi awayê pêwîst, were kontrolkirin.

Agahiyên berfireh di projeyê de hene ku divê tevdêr werin girtin da ku lêpirsîn derheqê wab çekan de werin kirin ên didin komên çekdar û herwiha çawaniya nirxandina bibandorbûna wan koman were kirin.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên Amerîkayê niha li baregeha Tenefê ya başûrê Sûriyeyê, komên çekdar ên dijberiyê perwerde û biçek dikin û herwiha li Rojava û herêmên rojhilatê Firatê piştgiriyê dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) yên ku Yekîneyên Parastina Gel(YPG).

Ji aliyê din ve, Rûsya Amerîkayê bi astengkirina têkoşîna li dijî terorê li Sûriyeyê tawanbar dike ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî gotibû ku "tiştên seyr li başûrê Sûriyeyê, li herêma Tenefê ya di bin kontrola Amerîkayê de diqewimin ku ya dawî komên terorîst li wir perwerde dike."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.