Cibûrî du rê nîşanî heşda şebî da

Serokê parlementoyê du rê ji heşa şebî re diyar kir
کوردستان TV
100%

Serokê Parlamentoya Iraqê Selim Cibûrî di axaftina xwe de ji bo milîsên şîî yên Heşda Şebî got: "Yan wê tevlî hêzên ewlehî bibin an jî dê vegerin malê."

Serokê Parlamentoya Iraqê Selim Cîbûrî di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Al Ghad a Urdinê de ji bo milîsên Heşda Şebî got: "Li cihekî ji xeyrî hêzên ewlehî hebûna milîsên çekdar aştiya netewî dixe zahmetiyê."

Selim Cibûrî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Biryareke şaş bû ku ji xeyrî hêzên ewlehî hêzeke din were çekdarkirin. Divê ev milîsên çekdar tevlî hêzên fermî yên dewletê bibin û rêyeke din li ber wan tuneye. Milîsên Heşda Şebî di tekoşîna dijî terorê de roleke mezin lîstin, lê niha rewş cuda ye. Yan dê tevlî hêzên leşkerî bibin an jî ji ber xizmeta wan dê werin xelatkirin û vegerin malên xwe."

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.