Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê ragihand ku ewê îro Sêşemê, li Qesra Sipî bi daxuyaniyekê biryara dawî ya li ser peymana navokî bide.
Karbidestekî Amerîkî ye payabilind ji Reuters’ê re da zanîn ku hevalbendên Ewrûpî hewil dane ku Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê venekişe û diyar kir ku hîn ne eşkere ye bandora wan ser biryara Trump çêbûye ye yan na.
Trump li Twitterê nivîsî: Ezê di 14:00 de, li Qesra Sipî ser peymana navokî ya bi Îranê biryara xwe eşkere bikim.
Trump gelek caran da zanîn ku ewê peymanê pûç bike, lê Brîtanya, Fransa û Almanya bo domandina peymanê gelek danûstandin kirin.
Dîplomatekî Ewrûpa jî ji Reuters’ê diyar kir ku Trump dev ji toleyên dijî Îranê bernade û got ku domandina peymana navokî ‘’îhtimaleke pir biçûk’’ e
Serokkomarê Îranê Hasan Ruhanî dabû zanîn ku eger Amerîka ji peymana navokî vekişe ewê bi ‘’poşmaniyeke dîrokî’’ re rû bi rû bimîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin