Yekitiya Jinên Kurdistanê: Bila jin û keçên êzîdî dengên xwe nedin erebên Şingalê

daxwaz tê kirin deng ji Ereban re neyê dayîn
کوردستان TV
100%

Yekitiya Jinên Kurdistanê bang li jinên êzîdî dike dengên xwe nedin wan erebên ku di revandina wan de alîkariya DIŞIê kirin.

Berpirsa Yekitiya Jinên Kurdistanê li Şingalê, Dilvîn Xelef diyar kir ku ew erebên ku di dema jenosîda Şingalê de alîkariya terorîstên DIŞIê kirin û keç û jinênê êzîdî revandin û xiyanet li Şingalê kirin, niha dixwazin bi dengên xelkê Şingalê derbasî parlamentoya Iraqê bibin.

Dilvîn Xelef her wiha got, divê xelkê Şingalê bi taybet keç û jinên Şingalê hişyar bin û dengên xwe nedin wan xiyanetkaran. Wan xiyanetek mezin li xelkê Şingalê kirin. Ji ber wê jî bila haya jin û keçên Şingalê ji wê hebe û dengên xwe nedin wan.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.