DIŞIê berbijêreke Îraqî kuşt

DIŞI dibêje ew berbijêr ji aliyê me ve hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Rêxistina DIŞIê li ser tora Telegramê berpirsyaretiya xwe ji kuştina namzedê parlamentoya Iraqê Farûq Mihemed Zerzûr re ragehand.

Îro, Duşemê 7.5.2018 li gundekî Mûsilê, namzedê parlamentoya Iraqê Farûq Mihemed Zerzûr bi kêran hat kuştin.

Li gor jêderên ewlekarî şeva borî namzedekî parlamentoya Iraqê bi navê Farûq Mihemed Zerzûr li mala xwe de li gundê Lezage yê bajarokê Geyare yê Mûsilê, bi kêran hatiye kuştin.

Rêxistina DIŞIê di meha Nîsana borî de ragehandibû ku, ew dê bingehên dengdanê yên Helbijartinên Parlamentoya Iraqê û namzedên wê bike armanc.

Ji destpêka xebatên hilbijartinên parlamentoya Iraqê ve heta niha, çend namzedên parlamentoya Iraqê ji hewlên kuştinê rizgar bûne.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.