Li Hewlêrê di navbera Kurdistanê û Tirkiyê de civîna aboriyê

civîn îro li Hwlêrê destpê kir
کوردستان TV
100%

Li paytexta Kurdistanê li Hewlêrê Foruma aboriyê ya Kurdistan û Tirkiyê îro tê lidarxistin.

Forum li Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê tê lidarxistin û wezîrê dadê yê Hikûmeta Kurdistanê Sînan Çelebî û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û konsolê giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay beşdar dibin.

Di nava hefteyê de jî li Hewlêrê Konferansa Aboriyê di navbera Îran û Hikûmeta Kurdistanê de hatibû lidarxistin. Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Bazirganiyê yê Îranê beşdarî wê konferansê bûbûn.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.