SkyNews: Kurd ti carî evqasî nehatine piştguhkirin

di babetê de behsa vê yekê tê kirin ku pişta kurdan hatiye berdan
کوردستان TV
100%

Malpera SkyNewsê raporteke bi navê "kurd di hevkêşeyan hilbijartinên Tirkiyeyê de" weşand û ragihand ku kurd ticarî evqasî nehatine piştguhkirin.

SkyNewsê di raporta xwe de diyar kir ku him desthilata Tirkiyeyê û him jî dijberiyê partiyên kurdan nexistine nav xwe û wiha dest bi raportê dike: "Wisa diyar e ku piştguhkirin û redkirin bûne hevpeymanên partiyên kurdî di hilbijartinên Tirkiyeyê de. Ev cara yekem e ku destûr bo hevpeymanî/tifaqan tê dan ku tev li hilbijartinan bibin. Lê cihê partiyên kurdan di vê pêvajoya nû de tine bû ku bi awayekî dualî bi tenê hatine hiştin."

Raport tifaqa navbera Partiya Dadwerî û Geşedanê(AKP) a desthilatdar û Partiya Tevgera Neteweperest û herwiha tifaqa navbera partiyên dijber ên Partiya Komarî ya Gel(CHP), Partiya Saadetê, IYI Partiyê û Partiya Demokrat(DP bi bîr tîne û wiha dewam dike: "Hikûmet û hevpara wê ya neteweperest ti hevpeymaniyeke hilbijartinê bi partiyên kurdî re pêk neanî. Dijberî jî bi heman awayî tevgeriya ku gaveke wiha berî niha ticarî nehatibû avêtin. Ev gav piştguhkirineke nedîtî ye."

Televizyona SkyNewsê diyar dike ku li gel van tifaqên li Tirkiyeyê, lê him Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) û HUDA-PAR ên kurdî li derveyî van tifaqan hatin hiştin.

Li gorî raportê, piştguhkirina kurdan dibe sedem ku encamên hilbijartinan neyên pêşbînkirin û siyaseta Tirkiyeyê di nav mijê de dihêle, herwiha kurdan datîne ber du rêyan; an hilbijartinan boykot bikin an jî li derveyî qada siyasî bimînin.

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.