Wezîrê derve yê Tirkiyê roja yekşemê ragihand ku Enqere dê bersiva Amerîkayê bide eger ku Amerîka firotina çekan bi Tirkiyeyê rawestîne.
Endamên civata nûnerên Amerîkî roja Înê hurgiliyên proje yasaya siyaseta berevaniyê ya salane ku bihayê wê 717 Mîlyar dolar in gotûbêj kir, di proje yasaya civatê de tê gotin ku, firotina çekan ya Tirkiyê bi şêweke demkî rawestînin.
Di hevpeyvîna di kenalê CNN Tirk de, Mevlut Çavuşoglu dibêje, pêşniyara proje yasa ya Amerîkî li dij Tirkiyê, xelete û ne di cî de ye, karek weha ne di astê hevpeymaniya NATO de ye.
Çavuşoglu herwiha got"eger Amerîka ambargoyê liser me ferz bike û biryarek weha bide, helbet Tirkiyê jî dê bersiva xwe hebe".
Li hember proje yasaya berevaniyê ya civata Amerîkî hêjî çendîn pêngav mane ku bibe qanûn, divê wezareta berevaniyê "Pentagon" raporekê bişîne kongresê, tê de asta têkiliyên Amerîka û Tirkiyê binirxîne, dema proje yasa hat erê kirin dê firotina hemû çekên giran bo Tirkiyê ête rawestandin.
Tirkiyê li bere zêdetirî 100 firokên F-35 ji Amerîka bikire, herwiha dixwaze mûşekên patriot ji bikire.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin