Nêçîrvan Barzanî serdana malbatên ziyanpêkeftî kir

Serokwezîr serdana kesên zirar dîtî kir
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro gihîşt Dihukê û serdana malbatên ku lehiya duh şev zerar daye malên wan kir. Herwiha biryar e Nêçîrvan Barzanî beşdarî bangeşeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) a li Duhokê bibe û tê de gotarekê pêşkeş bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana taxên Dihukê yên ji lehiyê zerar dîtine kir. Nêçîrvan Barzanî li vir daxuyaniyek da û got, ew dê zerara malbetên tûşî lehiyê bûne qerebû bike û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Barzanî diyar kir ku ew dê wek hikûmeta Herêma Kurdistanê zerera ziyanpêketiyên lehiyê qerebû bikin û herwiha malbatên di bin metirsiyê de ne jî dê bo ciheke ewle veguhezin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.