Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê behsa hilbijartinên Îraqê kir

behsa çend mijarên din jî kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Brîtanyayê civiya.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Johan Wilkes û Konsulê Brîtanyayê li Hewlêrê Martin War û şandeya bi wan re kir.

Di civînekê de, her du aliyan pirosesa siyasî û hilbijartinên parlamentoya Îraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî û xebatên aliyên îraqî yên ji bo piştî hilbijartinan û danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotûbêj kir.

Di civînê de hêvî hat xwestin ku pirosesa hilbijartina parlamnetoya Îraq ku, biryare di roja 12ê vê mehê de bên encamdan, bi serkeftî birêve biçe û roleke karîger di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de û çareserkirina pirsgirêkan de hebe.

Danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina beşek ji arîşeyan bilind hat nirxandin û her du aliyan hêvî xwest ew diyalog berfirehtir bibe û piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê ew pirsgirêkên mene jî bên çareser kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.