Serokê PE Tajani: Divê Ewrûpa artêşa xwe ava bike

Serokê parlementoya YEê ew daxwaz pêşkêş kiriye
کوردستان TV
100%

Serokê Parlamentoya Ewrûpa (PE) Antonio Tajani diyar kir ku divê Ewrûpa artêşa xwe ava bike.

Tajani ji kovara Spiegel’ê re da zanîn ku Ewrûpa di qonaxa berfireh de ewê hewcedarê artêşekê be.

Tajani got: Li Ewrûpa 28 artêşên ku heman karî dikin hene. Eger ew hevkariyê bikin ewê di asta cîhanî de çalaktir bibin û hêza xwe mezintir bikin.

Tajani bi berdewamî diyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) bê ku stratejîya hevbeş ya berevanîyê hebe nikare siyaseta derve bimeşîne û da zanîn ku di butçeya nû de bala xwe bidin ser vê mijarê.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.