Hikûmeta Yunanistanê ragihand ku keştiyeke barhilgir ya Tirk, îro sibê li keştiyeke wê ya şer da, ku jibo çavdêrîkirina derbazbûna penaberên neqanûnî li derya Ege nobedarî dikir.
Gemiya şer ya bi navê “Armatolos” dema bûyer di demjimêr 4ê sibê çêbû, wek beşek ji opoerasyonên NATO li nêzî girava Lesbos bû.
Rayedarên Yunanê di daxuyaniya han de diyar kirine ku gemiya bi ala Tirk “nêzî Armatolos û li wê da û dû re bi peytî ber bi beravên Tirkiyê ve çû û hewlên me yên axaftinê bê bersîv hêşt,”
Di pêlên koçberî yên 2015’an de, bi hezaran penaber xwe gîhandibûn Girava Lesbos ya Yunanî ku nêzî beravên Tirkiyê ye.
Hatina penaberên neqanûnî ji Lesbos re, piştî peymana Yekîtiya Ewrupa ya bi Tirkiyê, gelek kêmtir bûbû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin