Rejîma Îranê 25 Kolberên kurd binçavkir

zextên rejîma Îranê li ser kolberan zêde dibin
کوردستان TV
100%

Hêzên rejîma Îranê li sînorên Hewremana Rojhilatê Kurdistanê 25 kolber binçav kirin û dest danîn ser malên wan.

Li gorî nûçeya KolberNews, şevê din hêzên pasdarên rejîma Îranê li baregeha sînor a bi navê Milepesk a herêma Hewremana Rojhilatê Kurdistanê êrîşê kolberan kir, 25 kolber binçav kirin û dest danîn ser malê kolberan.

Her wiha hate diyarkirin ku kolberên hatine binçavkirin ew şandine baregeha Hanegermele ya pasdaran li Hewreman.

Hêjay gotinê ye ku girtin û binçavkirina kolberên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve di demek de ye ku kasibkar û dikandarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê 20 roje di greva giştî de ne.

Kasibkar û dikandar diyar dikin ku heya sînorên kolberan neyên vekirin, nirxê bac û gomirkê kêm nebe, wê greva wan berdewam bike

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.