Bucak: Giftûgoyên me li gel HDPê gelek baş bûn

aliyên Kurdî jî hevpeymaniya xwe ava dikin
کوردستان TV
100%

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê -Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bucak piştî hevdîtina li gel HDPê ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku hevdîtin pozîtîv derbas bûye û dibe tifaqa HDPê û partiyên Kurdistanî pêk were. Bucak got, "Em piştgiriya siyaseta yekîtiya kurdan dikin."

Bucak da zanîn ku, "Niha du tifaqên partiyên tirkan hene û xuya ye ku zarûrî jî nabînin bi partiyên kurdan re tifaq pêk bînin. Ji bo vê yekê em dibêjin pêwîst e di demên wiha de, kurd jî bi hebûna xwe bandorê li siyasetê bikin û siyaseta Tirkiyeyê diyar bikin ango xwe bidin nîşandan. Ji bo vê yekê jî tifaqeke kurdan îro ji her demê bêtir pêwîst e. Em jî dibînin ku niha zemînekê baş di navbera partiyên kurdan û demokrat de çêbûye. Em hêvîdar in ku tifaqa kurdan jî pêk were."

Bucak wiha dewam kir: "Me doh serdana HUDA-PARê kir îro jî me serdana HDPê kir. Pêşwaziya wan a germ dide nîşandan ku zemîneke tifaqê pêk were. Niha ji bo me tiştên muhîm ew e ku em bi wan partiyan re jî tifaqekî pêk bînin. Em hêvî dikin ku em ligel hemû partî, sazî û şexsiyetên kurdan tifaqekî pêk bînin û bikevin hilbijartinê.

Serokê PDK-Bakurê got: "Armanca tifaqa me li ser bingehekî siyasî, li gel prensîpên kurd, Kurdistanî û demokrat ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê ava bikin. Niha tifaqa me tenê ji bo hilbijartinê ye, lê ew tifaqa hilbijartinê dibe bandoreke pozîtîv li aliyên kurdî bike. Yanî nermahî çêdike û dibe ji bo xebatên me yên pêşeroj bibe gaveke baş."

Bucak di berdewamiya axiftina xwe de got: "Pêwistiya kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê bi yekîtiyê heye. Em vê yekê gelek girîng dibînin. Ev tifaqa me ya li vir derê dê bandoreke pozîtîv li çar parçeyên din bike. Em piştgiriya siyaseta yekîtiya kurdan dikin".

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.