FedEx ji Bexdayê der dikeve û tê Hewlêrê

kompaniya FedEx bi yekcarî ji Bexdayê vekêşa û hat Hewlêrê
کوردستان TV
100%

Jêderekî ji hikûmeta Iraqê ragihand, kompanyaya «FedEx” a veguhastina kelûpelan geştên xwe li Bexdayê hilweşandin û biryar daye ku ji niha û pêde li Hewlêrê karên xwe bidomîne.

Malpera “alghadpress” belav kir, kompanyaya «FedEx” hemû hevbeşên xwe li başûrê Iraqê agahdar kir, ku kelûpelên xwe ji firokxaneya Bexdayê veguhêzin firokxaneya Hewlêrê.

Wê kompanyayê aşkere kir, biryara wê vedigere wê sedemê, ku rêkarên firokxaneya Bexdayê aloz in û di navbera rêveberiya firokxanê û desteya gumrikê de biryarên cuda hene û gelek navendên biryarê hene.

Aşkere kir jî, hin kelûpelên wê kompanyayê ji nêzîkî mehekê ve li firokxaneya Bexdayê ne û ta niha negihîştine destê hevbeşên xwe.

FedEx biryar da jî, îro kelûpel û geştên veguhastina kelûpelan di riya firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî re bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.